Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlihev dibînim
Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye
Dilêm ji derdê te herdem xemîn e
Balîfêm kevir, doşekem zemîn e
Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye
Ma her ê te hez dike dil bi xwîn e
Delal, her du çavên min qesra te ne
Nav du çavên min cihê piyên te ne
Ditirsim tu xafil gav biavêjî û
Bi mijangé min biêşin piyên te