Gulek bêhn da ax çiqas cuda
Ax çiqas cuda qasek şunda
Dilê xwe negre were negre
Dilê min pak bû daxwazî diyar bû
Rêya me beyar bû lê tiştek wenda bû
Dilê min pak bû daxwazî diyar bû
Nizanim di kurda bû weyla weyla
Nebêje çima hema fermanek rabû
Bahozek rabû ev çewa wisa bû
Nebêje çima hama fermanek rabû
Bahozek rabû lê ew ya min bû
Lê ew ya min bû lê ew ya min
Maleka bê derî kevokek difirî
Evineka rengîn bi hêviyên xemgîn
Kulîlka ser darê baran di dil de dibarê
Çîrokek xweş bû serê me pê xweş bû
Ev dinya pûç e ev dinya pûç e
Barê min giran e dil bê sûc e
Wek dilopek avê zuha bû li ber tavê
Heyla malmîratê kêfa min ji te re hatê
Nebêje çima hema fermanek rabû
Bahozek rabû ev çewa wisa bû
Nebêje çima hema fermanek rabû
Bahozek rabû lê ew ya min bû
Lê ew ya min bû lê ew ya min