Wisa ye birayê min wisa ye wisa ye
Bi xwedê yên me betal in birayê min
Bi xwedê bi kerî tiştekî nayên
Bi serê şêxê te kirim eynî wisa ye
Bi xwedê em bela xwedê bi wan re ketine
Wisa ye birayê min wisa ye
Bi xwedê bi kêrî tiştekî nayên
Jixwe hûn ji me kêm bûn haa
Betal in betal in birayê min
Bi xwedê bi kêrî tiştekî nayên birayê min
Ji bo xatirê xatiran bes bikin birrebir de êdî bes heeew
Ji çar aliyan ve kom û kuflet ev çawa çêbû li serê me
De ka îcar xwe bidin alî rêya me vekin hey
Roja me dilgeş e nesekine biguvêşe lêxe
Ji vir ve lêxe were nêzîk be deng deng deng
Fedî neke rahêjê lêx lêx lêx ha wisa ha
Were were ba min wekî din nayê qîma min
Tiştên eletewşo me kir bû tirşo mirşo
Zaro maro bê malo kes nabêje ev çi halo
Rêça we ne rêç e hûn çi bikin jî hîç e
Werhasil û merhasil devoka toriya şêrîn e
Min go wilo neka kuro wilo neka
Kî çi dibêje bila bêje lêxe
Îro heye sibê tune ye lêxe
Kê çi li kurê kengê çawa lêxe
Ji dil û can lêxe ji kezebê lêxe
Kî çi dibêje bila bêje lêxe
Îro heye sibê tune ye lêxe
Kê çi li kurê kengê çawa lêxe
Ji dil û can lêxe ji kezebê lêxe
Zarokno ji kerema xwe qadê vala bikin
Binêr bela xwe nedine kesî haa
Hii gotî quzilqurt hii gotî quzilqurt
Ji kerema xwe xwe ji nav dest û piyan bidin alî
Awaz aheng deng reng xwe bidin alî beng beng
Hewildana bêrêz ketine dorê rêz bi rêz
Hevokên pûç û vala li ser zimanan dinale weyla
Hewcedarî xweliya heft gundan li ser serê we dibarî
Birûskên nava dilan dipişkivin ji dev û lêvan
Qada cenga mêran dibiriqe ji alî û hêlan
Tu pişta xwe bide dîwar binêr hiş neke qêrîn û hawar wey
Dev jê berde were dest bi dest dest pêke biherike hest pêke wey
Mizgînî daxuyanî bieliqîne xwe neewiqîne
Şêwaza me tar û mar dike û û dipelixîne
Dengê we tê ji poxana hun bûne bela strana
Ji we nayê û li we nayê gelo hun çima digirin dîlana
Dinya dizivire zeman dikizire
Tu bêjî jî nebêjî jî serê wan ne hevîr e
Kuro law wek mîna kevir e!
Kî çi dibêje bila bêje lêxe
Îro heye sibê tune ye lêxe
Kê çi li kurê kengê çawa lêxe
Ji dil û can lêxe ji kezebê lêxe
Kî çi dibêje bila bêje lêxe
Îro heye sibê tune ye lêxe
Kê çi li kurê kengê çawa lêxe
Ji dil û can lêxe ji kezebê lêxe