Ez nema zanim Derdê xwe ji kêre bêjim
Ji çaxa tû dûr çûyî ez mest û gêjim
Ez nema zanim Derdê xwe ji kêre bêjim
Ji çaxa tû dûr çûyî ez mest û gêjim
Ji wê demê Birîndarim Min Dil da te Evîndarim
Ez ban te dikim bi neyazî
Tû Sazî tû Awazî tû Awazî
Dilê min tête soten çaxa tû dûrî
Çerx û Felek dimeşen Temen dibûrî
Dilê min tête soten çaxa tû dûrî
Çerx û Felek dimeşen Temen dibûrî
De ka were Hêviya Dila em azabin ji van Kula
Mixabin Sal zû derin Sal zû derin
Hestê me yî zelal tev mirin
Tû mîna Sitêrek geş dûrî li Ezmana
Tû ronî dide Cîhan Kagêş û Bana
Tû mîna Sitêrek geş dûrî li Ezmana
Tû ronî dide Cîhan Kagêş û Bana
Dilê minî mest û Tarî ronî bike bi yek Carî
Tû xweş zanibe ez Dil sozim
Sozê xwe bibe serî bibe serî